XEZEBA FIRATÊ RAGÎHAN KU DI PEVÇÛNAN DE 30 ÇETE HATÎNÊ KUŞTIN

31 December 2016 1:31 pm 231 Views

RIHAB NEWS – R N A

Li bajaroka Mehmûdiliyê û gundê Caber Şerqî şer ji vê sibehê bi dijwarî dewam dike.

Herî kêm li her du gundan 30 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Ji nav bereyên şer raghandin ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê îro danê vê sibehê ketin bajaroka Mehmûdiliyê û şerên giran ta vê kêliyê dewam dike.

Hat gotin ku heta niha bi herî kêm 10 çeteyên DAIŞ`ê li bajarok hatin kuştin.

Li aliyekî din çeteyên DAIŞ`ê dan sibehê êrîşî gundê Caber Şerqî ya rojavayê bajarê Reqqayê kirin, şervanên Xezeba Firatê bersivên tund dan çeteyan.

Şerê ku vê sibehê destpêkiriye ta van kêliyan dewam dike.

Nûçegihanên me diyar kirin ku heta niha herî kêm 20 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.