WEZÎRÊ HOLANDA BELCÎKA Û LUKSENBURG TÊN KURDISTANÊ

19 December 2016 1:03 pm 111 Views

RIHAB NEWS – R N A

Hate gotin, ku wezîrên derve yê Hollanda, Belçîka û Luksenburgê dê serdana Herêma Kurdistanê bikin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin.

Çavakniyekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê hat ragihand, ku dê îro (18.12.2016) Wezîrê Derve yê Hollandayê Bert Koenders, Wezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders û Wezîrê Derve yê Luksenburgê Jean Asselborn bi geştekî hevbeş serdana Hewlêrê bikin.

Beriya niha jî Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceferî jî ragihandibû, ku dê her sê wezîrên navborî serdana Bexdayê bikin.

Li gorî zanyariyên ji herêmê, dê hersê wezîrên derve yê Belçîka, Hollanda û Luksenburgê îro ji Bexdayê derbasê Hewlêrê bin û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicivin.

Tê payîn, ku di hevdîtinên van wezîran û Barzanî de, mijarên weke rewşa operasyona Mûsilê, şerê DAIŞê, çawaniya pêşkeşkirina alîkariyê ji bo koçberan bibe rojev.