WEZARETA KARÊ DERVE YA RUSYA GOT EWÊ DIPLOMATÊN AMERÎKÎ DERNEXÎNIN

31 December 2016 1:29 pm 146 Views

RIHAB NEWS – R N A

Li piştî Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYE) biryara der sînorkirina 35 dîplomatên Rûs da şûnde, Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê jî ji bo der sînorkirina 35 dîplomatên Amerîkî pêşniyarek pêşkêşê Kremlînê kir.

Ancax Kremlîn pêşniyara der sînorkirina dîplomatên Amerîkî red kir.

Daxuyaniya Pûtîn di malpera fermî ya Kremlînê de hate weşandin: “Emê ji bo dîplomatên Amerîkî pirsigrêkek çênekin, kesê jî der sînor nekin.

Emê di dema serê salê de wan ji qadên betlaneyê û serdanên malbatî û zarokên wan bêpar nehêlin.

Heta, ez hemû zarokên dîplomatên Amerîkî ji bo dara Noelê bibînin vedixwînim Kremlînê.”

Hikûmeta Obama bi sedema îdayên ku Rûsya bi êrişên sîber destwerdan li hilbijartinên Amerîkayê kiriye, cezayê der sînorkirina 35 dîplomatên Rûsî da bû.

Li hember vêya jî wezareta karên derve yê Rûsyayê ji bo der sînorkirina 35 dîplomatên Amerîkî teklîfek pêşkêşê Kremlînê kiribû.

Lê, Serokê Dewletê Vladimir Pûtîn, di malpera fermî ya Kremlînê de daxuyakirin ku ewê bi heman awayî dîplomatên Amerîkî der sînor neke.