TRAJEDIYA KOÇBERÊN SÛRÎ LI KAMPBAB ELSELAMÊ BI SEWATA 3 ZAROKAN RÛ DA

30 December 2016 7:18 pm 320 Views

RIHAB NEWS – R N A

li Kampa Bab Elselame ya li bakurê Helebê 3 zarokan ji ber şewata kon jiyana xwe ji dest dan.

Koçberên sûrî ne tenê zehmetiyê di şer û pevçûnan de dibînin, lê li kampan jî ew rastî karesatan tên.

Li gorî hinek dîmen û vîdyoyî ku belav bûne, li Kampa Bab Elselame ya li bakurê Helebê, 3 zarok şewitîn.

Li Kampa Bab Elselame li gundewarê Bakurê Helebê konê malbatekê bi tevahî ligel sê zarokên wan şewitî.

Koçber ji ber nebûna pêdawîstiyan, gazinan dikin û dibêjin; bi sedema nebûna agirkujan, agir bi konan dikevin.

Koçberek ji Kampa Bab Elselame wiha got: “Ev şewat bi sedema sobeyên xazê ne. Wî kesî sobe vêdixist, agir bi wî ket, lê reviya derve.

Piştre agir bi hevjîn û zarokên wî ket.

Ew vegeriya ji bo wan rizgar bike.

Lê kon ji naylonê bû, agir bi tevî ket û 3 zarokên wî jiyana xwe ji dest dan.

Ew û hevjîna xwe rizgar bûn.”

Koçber behsa rewşa xwe dikin, ku ew zehmetiyan dibînin.

Koçberekî din ji Kampa Bab Elselame dibêje: “Divê kêşeya van konan çareser bikin.
Agirkuj li cem me tine ne.

Xelk hemû bi hewara me ve hatin lê nikarîbûn vî agirî vemrînin.”
Mirov nizane, gelo ev bermayên şewatê ne yan jî bermayên kelûpelên xelkê ne.

Ev der, berî kêlîkekê, cihê malbatekê bû, dê, bav û zarok, bi hemû xewn, kêf û êşên jiyanê ligel hev bûn.

Related Posts