TAKÊ TEQÎNA ISTANBOLÊ GIRTE SER XWE

12 December 2016 8:32 pm 95 Views

RIHAB NEWS – R N A 

Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK), çalakiya bombeyî ya li Stenbolê, ku li dijî polîsan hate lidarxistin, li xwe girt.

Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) bi daxuyaniyeke nivîskî, ku li ser malpera xwe ya înternetê weşand, ev çalakî li xwe girt.

Di daxuyaniya TAK’ê de hat gotin, “Roja 10’ê Kanûnê saet di 22:30 de, li dora Stadyûma Vodafone Arena û Parka Maçka yên li navçeya Beşîktaş a Stenbolê, yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Tîrêj a TAK’ê çalakiyên canbexşane yên hemwext pêk anîn. Çalakî ji aliyê 2 endamên TAK’ê ve bi awayekî canbexşane hate lidarxistin. Nasnameyên endamên wê TAK’ê di rojên pêşiya me de bên eşkere kirin.”

Di daxuyaniya TAK’ê de hat ragihandin, di encamê de herî kêm 100 polîsên Tirk hatine kuştin.

TAK’ê da xuyakirin, ku gelê Tirk radeste rast di hedefa wan de nîne û ev daxuyanî da:

“Tîma Tolhildanê ya Şehîd Tîrêj bi hesasiyeteke mezin ev çalakî lidar xist. Di rewşekê de ku Serok Apo rehîn girtî ye, faşîzma TC-AKP li Kurdistanê her roj îşkenceyê li dayikan dike, bi cenazeyên keçên ciwan dilîzin û zarokan qetil dikin, divê kes ne li bendê be ku li Tirkiyeyê jiyaneke asayî wê were jiyîn. Divê gelên Tirkiyeyê êdî li ber vê faşîzmê rabin. Ji ber ku yekane berpirsyarê vê kaosê, faşîzma AKP’ê ye.”

TAK’ê got, “Faşîzm ya wê dawî li xwe bîne, ya jî em ê wê di xwîna dirijîne de bifetisînin. Her dilopa hevrêyên me ya tê rijandin, ji bo şervanên canbexşane yên TAK’ê, fermana çalakiyên nû ye. Bila dilê gelê Kurd rehet be; yê di vî şerê giran de bi ser bikeve, em in!”