RUSYA RAGIHAND KU 60 HEZAR ÇEKDAR LI SURÎ BEŞDARÎ RÊKEFTINA AGIRBESTÊ BÛNE

30 December 2016 7:09 pm 105 Views

RIHAB NEWS – R N A

Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand, zêdetirî 60 hezar çekdarên li Sûriyê beşdarî rêkevtina agirbestê bûne, ku herî dawîn di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hatiye îmzakirin.

Sergey Şoygu herwiha got, her aliyê ku tevli agribestê nebe dê weke terorîst were hesibandin.

Sergey Şoygu îro pênşemiyê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya û derbarê rewş û pêşhatên dawî yên li Sûriyê de gotûbêj kirin.

Şoygu di vê civînê de got: “Wezareta Bereavniya Rûsyayê li gorî daxwaza Serokê Rûsya, Pûtîn û bi navbeynkariya Tirkiyeyê bi qasî 2 mehan bi serokên
komên dijbereyê yên Sûriyeyê re hevdîtin pêk anîn.”

Şoygu herwiha da xuyakirin: “7 serokên komên herî bi bandor beşdarî hevdîtinan bûn.
Ev kom, piraniya herêmên bakurê Sûriyê û naverasta Sûriyê kontrol dikin.”

Wezîrê Berevaniya Rûsyayê di berdewamiya axavtina xwe de, destnîşan kir, ku hejmara çekdarên komên dijbereyê ku pabendî agirbesta ragihandî dibin, zêdetirî 60 hezar kesan e.

Sergey Şoygu ew yek jî aşkere kir, eger her komeke çekdar li Sûriyê tevli agirbestê nebe û pabendî wê nebe, dê ji aliyê Moskowê ve weke rêxistineke terorîstî were hesabkirin.

Moskowê ragihandiye, ku agribesta ku dê îşev li Sûriyê were cîbicîkirin, rêxistinên terorîstî û bi taybet jî DAIŞê li xwe nagire û dê êrişên li ser wan komên çekdar berdewam bin.