RÛSYA JI NETEWÊN YEKBÛYÎ DAXWAZA PISTGIRIYA PROJEYA AGIRBESTÊ KIR

31 December 2016 1:18 pm 276 Views

RIHAM NEWS – R N A

Rûsya li Endamên Meclîsa Ewlekariyê, projeyeke ku desteka agirbesta li Sûriyeyê û destpêkirina goftugoyan dike, belav kir.

Nûnerê Rûsî di Neteweyên Yekbûyî de Vitaly Churkin di civîneke çapemeniyê de got “duh li Asîtana, belgeyek girîng hat ragihandin ku di çarçoveya wê de agirbest di navbera Rêjîma Sûrî û hêzên muxalif de destpê kir û dê di dawiya çileyê de nîqaşên yekser destpê bikin, lewma me bi alîkariya şandeya Tirkî belgeyên fermî li Meclîsa ewlekariyê belav kir û duh bi şev projeya erêkirina van belgeyan amade kir, ku ez dixwazin îroj nîşanî endamên Meclîsê bikim”

Churkin hêviyên xwe bi dengdan û erêkirina pirojeyê ji aliyê Meclîsê ve, anî ziman û bal kişand ser vê yekê ku Rûsya beşdarbûna cidî ya her kesî pêşwazî dike.

Beriya çend rojan hêzên rêjîmê û hin komên çekdar agirbest di nava xwe re ragihandin û ji roja pêncşemê ve derbasî meriyetê bû, lê îroj li hin cihan şer rû da.