RÛSYA GOT LI TEDMUR JI BO PARASTINA SIVILAN EM ERIŞÊN HEWAYI NAKIN

15 December 2016 2:06 pm 373 Views

RÎHAB NEWS –R N A

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, ku çekdarên DAIŞê ji rawestandina bomebarankirina firokeyên wan li ser Reqayê sûd wergirtine û bi vî awayî li Tedmûrê kom bûne.

Wezareta Berevanî ya Rûsya di daxuyaniyekê de eşkere kir, piştî ku hevpeymaniya wan û ya navneteweyî êrîşên xwe yên li ser DAIŞê li Reqayê sist kirin, çedkarên DAIŞê berê xwe dan Tedmûrê.

Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin, ku firokeyên Rûsyayê ji bo parastina xelkê sivîl ti êrîşeke asmanî li Tedmûrî pêk neanîn û DAIŞê jî ji vê yekê sûd wergirt.

Hikumeta Sûriyê jî ragihand, ku bajarê Tedmûrê ji bo cara duyemîn ketiye destê DAIŞê.

Hate gotin, ku ji doh ve şerekî tûnd li Tedmûrê heye û çekdarên DAIŞê helîkoptereke hikumeta Sûriyê jî xistine xwarê û gelek çekarên artêşê kuştine.

DAIŞ ji aliyê rojavayê Sûxneyê ve êrîş bire ser hêzên hikumeta Sûriyê û dest danî ser embarên çek û teqemeniyan.

Tedmur, bi navê din Palmîra, bajarekî dîrokî ye, girêdayî parêzgeha Himsê ye û 215 km dûrî Şamê ye. Ew piştî zayînê di sedsala 2yê de hatiye avakirin.