ROJHILATÊ HELEBÊ BI TEMAMÎ KET BIN KONTROLA ARTÊŞA SÛRÎ

24 December 2016 12:07 am 250 Views

RIHAB NEWS – R N A

Artêşa Sûriyê kontrolkiria tevahiya bajarê Helebê ragihand.

Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdarên Sûriyê îro pênşemî 22ê Kanûna 2016ê, derbarê rewşa dawîn a bajarê Helebê de daxuyaniyek da.

Fermandariya Artêşa Sûriyê di daxuyaniya xwe de, kontrolkirina tevahiya taxên bajarê Helebê bi fermî ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, proseya veguhastina çekdar, birîndar û xelkê sivîl li taxên rojhilatê Helebê bi temamî dawî pê hatiye.

Artêşa Sûriyê tekez kiriye, ku niha hemû aliyê rojhilatê Helebê di bin kontrola hêzên hikûmetê de ye.

Artêşa Sûriyê bi piştgiriya Rûsya û Îranê operasyonek berfireh bo kontrolkirina taxên rojhilatê bajarê Helebê de, ku pêştir di destê komên çekdar ên dijbereyê de bûn, dest pê kir, û piştî demekê karî hêzên dijbereyê bişkîne û kontrola piraniya rojhilatê bajêr bigire destê xwe.

Piştî şikestina hêzên dijbereyê, bi navbeynkariya Tirkiyê û bi hemahengiya navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê agirbestek demkî li Helebê hat ragihandin, û rêkevtin li ser wê yekê hat kirin, ku rojhilatê Helebê, ji xelkê sivîl û çekdarên komên dijbereyê were valakirin.