REJÎMA SURÎ GOT DIBE KU AGIRBEST KOMÊN ÇEKDARAN XURT BIKE

16 December 2016 8:06 pm 102 Views

RIHAB NEWS – R N A

Li Helebê ku dihat payîn çekdarên muxalefetê îro ji taxên rojhilatê wê derkevin, ji ber astengiya hêzên rejîmê plana derxistinê paş ket.

Dihat payîn îro di seat 05.00’an de komên çekdar ên li taxên Amiriyê, Kelasê, Sikerî, Meşhed, Zebediyê, Sêf El-dewla û Îzaa yên rojhilatê Helebê derkevin û sewqî parêzgeha Idlib a Sûriyê bên kirin.

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku dema koma yekemîn a birîndaran di riya Ramûsa re berê xwe dan Idlibê “ji aliyê hêzên rejîmê, ku li hawirdora bajar bicih bûne, hatin astengkirin”.

Tişta ku hişt plana derxistina çekdaran ji taxên rojhilatê Helebê raweste.

Her wiha tê gotin ku hêzên şîa yên bi ser Îranê jî êrîşên xwe yên dijî van koman dom kirin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hêzên rejîma Sûriyê beşek mezin ji taxên Zebediye, Selahilldîn, Amiriye û Sikrî girtin bin serweriya xwe de.

Her wiha taxa Kelasê jî bi temamî ji çekdarên muxalefetê girtin.

Heya niha agahiyên zelal derbarê encama agirbest û plana derxistina çekdaran ji herêmê nayên wergirtin.

Hat zanîn ku di seatên serê sibehê de dengê teqîna guleyan ji van taxan hatin.
Beriya vê jî gelek caran hêzên rejîma Sûriyê li hember tîfaqên Rûsî-Tirkî yên derbarê Heleb û Babê de derketiye.

Her wiha beriya demekê jî hêzên rejîmê ragihndibû ku tu agirbestan li Helebê qebûl nake û gotibû ku agirbest dê refên komên çekdar xurt bike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan jî îro ragihandibû ku hêzên rejîma Sûriyê plana derxistina çekdaran ji taxên rojhilatê Helebê asteng dike.