REJÎMA AKP DI BIN NAVÊ REWŞA AWRTE LI 20 BAJARAN 94 SAZÎ Û RÊXISTIN GIRT

31 December 2016 1:15 pm 47 Views

RIHAN NEWS – RN A

Tirkiyê çalakiyên 94 sazî û rêxsitinan bi tohmeta hebûna pêwendiyê li gel rêxistina Gulen, PKK, DHKP-C û DAIŞê rawestand.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro înê di daxuyaniyekê de ragihand, ku li 20 parêzgehên wî welatî pêşî li çalakiyên 94 sazî û rêxistin û komeleyan hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniyê, ew 94 rêxistin û komele ji ber hebûna pêwendiyan li gel rêxistina Cemaeta Gulen, DHKP-C, PKK û DAIŞê, biryara daxistina wan hatiye dan.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daye xuyakirin, ji wan komeleyên daxistî, 42 komele û rêxsitinên ser bi rêxistina Fetuhullah Gulen, 26 ser bi PKKê, 19 ser bi DHKP-C û 4 jî ser bi DAIŞê bûne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku biryar agirtina wan komele û saziyan, di çarçoveya madeya 11 a yasaya rewşa awarte (OHAL) de û bi armanca parastina asayişa Tirkiyê û ewlehiya giştî ya civaka wî welatî hatiye derxistin.

Pêştir jî di 23ê Temûza 2016ê de, bi giştî 1 hezar û 325 komele û sazî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve bi tohmetên weke hebûna pêwendiyên li gel rêxistina Gulen, PKK/KCK, DHKP-C p DAIŞê hatibûn daxistin.

Ji wan saziyan jî,1 hezar û 108 komele û sazî bi tohmeta hebûna pêwendiyan li gel rêxistina Gulen, 189 komele û sazî ji ber pêwendiyên li gel PKK û KCKê, 20 komele û sazî bi tohmeta pêwendî li gel DHKP-C û 8 komele jî ji ber pêwendiyên li gel DAIŞê hatine daxistin.