PÛTÎN DAXWIYAKIRIN KU LI SÛRÎ AGIRBESTÊ DEST PÊ KIRYE

30 December 2016 7:00 pm 113 Views

RIHAB NEWS – R N A

Serokdewletê Rûsyayê Vîlademîr Pûtîn ragihand ku li Sûriyeyê di navbera artêş û muxalîfan de peymana agirbestê hatiye ragihandin.

Daxuyaniya li ser mijarê ji aliyê ofîsa Pûtîn ve hat dayîn û hat ragihandin, agirbest wê îşev saet di 00:00 û pê ve bikeve meriyetê.

Hat destnîşankirin ku El Nûsra li derveyî vê peymana agirbestê ye.

Ajansa nûçeyan a Sûryeyê SANA’yê jî ev agahî piştrast kir.

Di nûçeya SANA’yê de hat gotin, ev lihevkirin ji bo afirandina şert û mercên çareseriyê ji krîza Sûriyeyê re hatiye kirin.