POLÊSÊN TIRK NASNAMA KESÊ KU TEQÊNA ISTANBUL PÊK ANIYE EŞKERE KIR

17 December 2016 12:49 pm 104 Views

RIHAB NEWS – R N A

Tirkiyê ragihand, ku nasnameya yek ji encamderên teqînên şeva 10ê Kanûnê yên li bajarê Stenbolê ya Tirkiyê ku li dijî polîsan pêk hatibû, diyar bûye.

Şeva 10ê Kanûnê li Dolmebahçe ya bajarê Stenbolê û li nêzîkî Stadyuma Vodafon Arena Stadê, 2 teqîn çêbibûn, ku di encamê de 44 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 155 kes jî birîndar bibûn.

Îro înê 16ê Kanûnê, Tirkiyê ragihand, ku nasnameya yek ji encamderên teqînên Stenbolê hatiye aşkerekirin.

Rêveberiya Şuibeya Têkoşîna Li Dijî Terorê (TEM) ya ser bi Polîsê Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku piştî wergirtina têsta DNA ji kesê xwekuj ê ku xwe li pêşberî Parka Maçka ya Stenbolê teqandibû, nasnameya wî hat diyarkirin.

Li gorî daxuyaniya Polîsê Tirkiyê, di encama lêkolînan de derketiye holê, ku yek ji wan xwekujan navê wî “Burak Yavuz” e.

Herwiha hatiye ragihandin, ku bo diyarkirina nasnameya encamderê teqînên Stenbolê, nimûney

DNAyê ji 3 malbatan hatiye wergirtin û di encama lêkolînan de derketiye, ku kesê bi navê Burak Yavuz, ê bi navê kod “Erdal”, ji dayikbûyê sala 1996an yek ji encamderê teqîna StenboLê bûye.

Polîsê Tirkiyê daye xuyakirin, ku bi nimûneya DNA ya bavê Burak Yavuz, nasnameya wî hatiye diyarkirin.

Pêştir rêxistina Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK)ê di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî, berpirsatiya teqînên Stenbolê li xwe girtibû.