PÊXWASÊN REJÎMA AKP ÊRIŞÎ NAVÇEYÊN HDP KIRIN

19 December 2016 1:00 pm 117 Views

RIHAB NEWS – R N A

Li Eskîşehîrê, komek ji faşîstan êrîşî 2 jinên endamên HDP’ê kirin.

Li Eskîşehîrê, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê dema duh êvarê ji avahiya partiyê derketin, bû hedefa êrîşa komekê. Piştî ku ciwanên HDP’yî bersiv dan êrîşî, vê koma faşîst reviya.

Li dû bûyerê, 2 jinên bi navê Z.Y. û E.K. dema diçûn mala xwe, careke din bûn hedefa êrîşa faşîstan.

Êrîşkar piştre reviyan û polîsên Tirk jî jinên êrîş li wan hate kirin, binçav kirin.

Hat ragihandin, ji ber ku komeke faşîst nîvê şevê li kolana avahiya HDP’ê ya bajêr lê ye li hev civiya, polîsan deriyê avahiya partiyê bi zincîrê girtin.