PENTAGON RAGIHAND KU OPERASYONÊN LÎBYA YÊN DIJ DAIŞ BI DAWÎ BÛN

22 December 2016 2:09 pm 136 Views

RIHAB NEWS – R N A

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ragihand ku wan operasyona li Lîbyayê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi rengekî fermî qedandine.

Daxuyanî ji aliyê Fermandariya Afrîkayê ya Wezareta Parastinê ya DYA ve hate dayîn.

Hat ragihandin, operasyonên di 1’ê tebaxê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatine destpêkirin bi rengekî serketî bi dawî bû.

Fermandariyê diyar kir ku ji bo destek ji Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê re bê dayîn, wan li bajarê Sîrte û derdora wê dest bi operasyonan kiribûn.

Berdevkê Pentagonê Peter Cook jî da zanîn, rizgarkirina bajarê Sîrteyê gelekî girîng e ku ev bajar yekane bajarê li derveyî Iraq û Sûriyeyê di destê DAIŞ’ê de bû.

Cook got, eger hikûmeta Lîbyayê bixwaze wê balafirên şer ên AmerÎkî careke din karibin dest li rewşa li welêt werdin.

Bajarê Sîrteyê ku di sala 2015’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate dagikirin, bi operasyonê di 5’ê Kanûnê de dest pê kirin re bi temamî hatibû rizgarkirin.

Serokwezîrê Lîbyayê Feyyaz El-Sarac şemiya bihurî ragihand ku bajar bi awayekî fermî hatiye rizgarkirin û operasyon bi dawî bûye.