NÎVÊ MÛSILÊ KETYE BI KONTROLA ARTÊŞA IRAQÊ

12 December 2016 8:01 pm 106 Views

RIHAB NEWS – R N A

Şerê kolanan di navbera hêzên Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de li taxên aliyê çepê bajarê Mûsilê bi giranî berdewam e.

Fermandeyekî Hêza Zêrîn a Artêşa Iraqê jî dibêje, ku wan di 48 saetên bihorî de, 5 taxên din li aliyê çepê yê Mûsilê kontrol kiriye.

Li Mûsilê , her ku diçe şerê di nav tax û kolanên bajêr de girantir û zemettir dibe.
Artêşa Iraqê bo kontrolkirina Mûsilê, DAIŞ jî bi hemû şêweyekê hewl dide, rê li pêşveçûna hêzên iraqî ber bi taxên din ên Mûsilê û navenda bajêr bigire.

Li gorî agahiyan çekdarên DAIŞê li çend taxên aliyê rojhilatê Mûsilê, berevaniyek tund dike, lê belê li gel wê çendê jî hêzên iraqî hêdî hêdî li ser pêşveçûnên xwe berdewam in.

Herwiha li gorî zanyariyên leşkerî yên Iraqê bi dest xistine, heta niha nîvê aliyê çepê yê Mûsilê ketiye bin kontrola hêzên Antî-Terora Iraqê.

Fermandeyekê Firqeya Zêrîn a Hêza Antî-Teror a Iraqê, Lîwa Rukin Mein li nav Mûsilê ragihand: “Di heyama 48 saetan de me êrişek kir.

Me karî bi tevahî taxên Nûr, Sihe, Mîşraq û beşeke zêde ya her du taxên Felh û Teimîm kontrol bikin û wan ji DAIŞê paqij bikin.”

Hat diyarkirin ji Mûsilê fermandeyên Artêşa Iraqê dibêjin, di heyama 3 rojan de hêzên wan 16 otomobîlên bombekirî yên DAIŞê teqandine.

Li gorî gotina fermandeyên Artêşa Iraqê, di heman demê de, zêdetirî 60 çekdarên DAIŞê jî bi destê hêzên serbazî yên Iraqê hatine kuştin.

DAIŞ rê nade xelk ji bajêr derkeve û wan weke mertalên zindî  bo parastina xwe û rêgirtin li pêşveçûnên hêzên iraqî bi kar tîne.

Ji aliyekê din ve çekdarên DAIŞê jî bi berfirehî wan taxan hawinbaran û topbaran dikin, ku di rojên bihorî de ji dest dane.