LI PARÊZGEHA MÛSILÊ 4 KEÇÊN ÊZIDÎ JI DEST DAIŞ HATIN RIZGAR KIRIN

31 December 2016 1:13 pm 132 Views

RIHAB NEWS – R N A

Îro 4 keçên Kurdên Êzidî li sînorê parêzgeha Mûsilê ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û dê di çend saetên dahatî de, bo nav mal û kesûkarên xwe werin vegerandin.

Wezîrê Çandiniyê yê Iraqê Felah Hesen di daxuyaniyekê ragihand: Îro înê 30ê Kanûna 2016ê, li sînorê Neynewayê (Mûsil), sê keçên Kurdên Êzidî ku pêştir hatibûn revandin, ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û niha li cem eşîreta Lehîb in û dê di çend saetên dahatî de, bo nav xizm û kesûkarên wan werin vegerandin.

Li gorî agahiyan , hevdem keçeke din a Kurd a Êzidî li aliyê rojhilata bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê hatiye rizgarkirin û wê karî xwe bigihîne sînorê bin desthilata Hêzên Pêşmerge.

Wê keça Kurd a Êzidî ragihand, ew tevî xwîşkeke wê ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û tekez kir, kesên ku ji malbata wê hatine revandin û di destê DAIŞê de ne, 11 kes in û ew bi tenê rizgar bûye.

Li gorî amara ofîsa karûbarên kesên revandinî li Duhokê, zêdetirî 3 hezar û 700 kesên Kurdên Êzidî hêj di destê çekdarên DAIŞê de mane, ku piraniya wan jin û zarok in.

Pêştir Berpirsê Karûbarên Revandiyan li Duhokê, Hisên Qayidî ragihandibû, ku ofîsa Duhokê ya taybet bi karûbarên revandiyan, 2 hezar û 669 kes ji destê çekdarên DAIŞê rizgar kirine.