LI MEKSÎKA FÎŞEKÊN HEWAYÎ TEQÎYAN 29 KES MIRIN 100 KES BIRÎNDAR BÛN

22 December 2016 1:58 pm 441 Views

RIHAB NEWS – R N A

Li Meksîkayê, ji ber teqîna li bazareke fîşekên hewayî, herî kêm 29 kes mirin.

Li bazara San Pablîto ya li bajarê Tûltepecê, ku li bakurê paytext Meksîko ye, teqînekê rû da.

Di teqînê de herî kêm 29 kes mirin, zêdeyî 100 kes jî birîndar bûne.

Tê gotin rewşa 13 ji birîndaran giran e.

Teqîn di saet 15’an de rû da.

Waliyê Eyalet Meksîko Erûvîel Avîla Vîllegas li ser xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li qada teqînê, agahî da û diyar kir, ev kar dewam dike.

Li bazara San Pablîtoyê, di salên 2005 û 2006’an de jî beriya pîrozbahiyên Roja Rizgariyê teqînên bi heman rengî rû da bûn.