LI MALTEPE YA ISTANBÛL TEQÎNEK PÊK HAT

31 December 2016 1:11 pm 132 Views

RIHAB NEWS – R N A

Îşev li navçeya Maltepe ya bajarê Stenbolê yê Tirkiyê teqînek çê bû.

Li gorî agahiyên ji medyayên Tirkiyê ve, li navçeya Maltepe ya bajarê Stenbolê teqîn pêk hatiye.

Li gorî agahiyên destpêkê teqîn li cadeya Cumhuriyet a Taxa Kuçukyali ya Maltepeyê û li nêzîkî xwarinegekê (restaurant) pêk hatiye.

Piştî teqînê, hejmareke zêde ya polîs û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê gihîştin cihê bûyerê.

Herwiha tîmên hawarhatinê û ambulans jî li cihê teqînê amade bûne.

Hêzên ewlehiyê yên ku li cihê teqînê amade bûne, daxwaza tîmên taybet ên pûçkirina bombeyan kirine.

Li gorî agahiyan destpêkê, di encama teqînê de ti kuştî û birîndar çê nebûne, lê belê hêzên ewlehiyê li dû çavkanî û sedema teqînê digerin û dest bi lêkolînan kirine.