LI ISTANBULÊ TEQÎN GELEK POLÎS HATIN KUŞTIN

12 December 2016 7:57 pm 113 Views

RIHAB NEWS – R N A

Rayedarên dewleta Tirk dan xuyakirin, ku li Vodafone Area û Maçka di teqînan 29 kes mirin e, 169 kes jî birîndar bûne. Lê belê, li gorî agahiyên ji nexweşxaneyan hatin bidestxistin, hejmara miriyan 33 e. Hejmara birîndaran jî ne diyar e.

Li ser teqînên li navçeya Beşîktaş a Stenbolê, ku  li dijî polîsan hat kirin, rayedarên dewleta Tirk daxuyanî dan û gotin, hejmara miriyan 29 e. Rayedaran gotin, 169 kes jî birîndar bûne. Lê belê, li gorî agahiyên ji nexweşxaneyan hatin bidestxistin, hejmara miriyan 33 e. Hejmara birîndaran jî ne diyar e.

Hejmara kesên di êrîşa bombeyî ya duh êvarê de li Stenbolê mirin gihîşt 38’an.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû da xuyakirin, ku hejmara kesên di êrîşa bombeyî ya duh êvarê de li Stenbolê mirin, 38 e. Hat gotin, 30 ji miriyan polîs in.

Li gorî daxuyaniyê, 136 kes birîndar in û rewşa 14 ji van giran e.

Hat ragihandin, 13 kes tekildarî çalakiyê hatine binçavkirin.