LI EZAZÊ ÇETEYÊN DAIŞ ERIŞÎ ÇETEYÊN TIRK KIRIN

30 December 2016 6:46 pm 141 Views

RIHAB NEWS – R N A

Li ser rêya Ihtimîlat-Soran ên girêdayî herêma Ezazê erebeyeke bombebarkirî teqiya, di encamê de 12 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.

Çavkaniyên pê bawer ji herêma Şahbayê ragihandin ku li ser benda kontrolê ya di navbera bajaroka Soran-Ihtîmalat ên girêdayî herêma Ezazê di encama teqîna erebeyeke bombebarkirî de 12 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin, gelek çete birîndar bûn û 6 sivîl bûn qurbanî.

Çavkaniyan ragihandin ku guman heye ev êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve pêk hatibe.