LI BAJARÊ GIRÊDAYÎ KIRMANŞA AQAZANCÊ DIBISTANA SERTAYÎ ŞEWITÎ

28 December 2016 12:53 pm 311 Views

RIHAB NEWS – R N A

Ji ber xemsariya rêveberên dibistanên Rojhilatê Kurdistanê, dibistaneke seretayî ya gundê Serable Qazanc şewitî

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, duh agir bi dibistanek seretayî ya gundê Serable Qazanc ê girêdayî bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ket û dibistan bi temamî şewitî.

Li gor heman nûçeyê sedema şewatî ji ber pirsgirêkên di sîstema germkirinê ya dibistanê û bikaranîna sopayên kevin de derketiye.

Ev jî xemsariya berpirsên dibistanan ên ku giringî nedana dibistan û parastina jiyana zarokên Rojhilatê Kurdistanê nîşan dide.

Hat diyarkirin ku di şewatê de ti ziyana canî çênebûye, tenê çend zarok ji ber dûmanê nefestengî bi wan re çêbûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dibistanên Rojhilatê Kurdistanê de çend caran bûyerên wiha çêbûne.

Yek ji bûyerên herî trajedîk di 5’ê kanûna 2012’ê agir bi dibistana Şîn Awa ya bajarokê Pîranşar ket.

Di encama şewatê de 31 xwendekarên keç şewitîn.

 

Related Posts