LEŞKERÊN TIRK BI ÇEKÊN GIRAN ÊRIŞÎ GUNDÊN DERDORA KOBANÊ KIRIN

27 December 2016 12:51 pm 476 Views

RIHAB NEWS – R N A

Arteşa Tirk a dagirker bi çekên êrîşî gundên Kantona Kobanê dike û çeperên şervanên YPG′ê hedef digire.

Navenda Ragihandina YPG′ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Kantona Kobanê, daxuyaniyek da.

″Artêşa Tirk a dagirker duh di saetên sibehê de bi çekên giran êrîşeke dijwar bir ser taxa Kaniya Kurdan û gundên ′Qeremox, Koran, Silipkiran, Carikli, Esafa, Yabse û Siluleh′ ên dikevin rojhilatê Kantona Kobanê û bê serûber gule reşandin.

Duh di saetên nîvro de jî arteşa Tirk a dagirker bi çekên giran çeperên hêzên me yên li gundê Ziyaret a dikeve rojavayê Kobanê hedef girtin.

Di saetên şevê de jî êrîşî gundê Til Şeîr ê dikeve rojavayê Kobanê kirin.″