KEÇEK KURD LI HELEBCE JIYANA XWE BI DAWÎ ANÎ

17 December 2016 12:44 pm 126 Views

RIHAB NEWS – R N A

Berdevkê Polîsên Helebce Berzan Osman diyar kir ku li bajarokê Sîrwan a Helebce keçeke 15 salî agir berdaya bedena xwe û dawî li jiyana xwe anî ye.

Berdevkê Polîsên Helebce Berzan Osman destnîşan kir ku îro li bajarokê Sîrwan a Helebce keçeke 15 salî agir berdaya bedena xwe, ji ber ku rewşa tunduristiya wê nebaş bû, li rexmê hemû hewildanan li Nexweşxaneya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê Polîsên Helebce Berzan Osman li ser mijarê ev agahî parve kir; ”

Li bajarokê Sîrwan a Helebce îro ji berî nîvro keçekî 15 salî ya bi navê L.H.N agar berda bedena xwe, lê ji ber sedemê ku gelek şewitî bû vê êvarê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Weke polîsên Helebce me dest bi lêkolînê kiriye, ka sedemê bûyerê çiye.

Lê ji berî jiyana xwe ji dest bide, destnîşan kiriye ku ji ber sedemê ji hevcûdabûna dayik û bavê xwe agir berdeya xwe.”