JI BO LI DARXISTINA AGIRBESTÊ LI SÛRÎ TIRKI Û RÛSYA LI HEV KIRIN

29 December 2016 7:58 pm 103 Views

RIHAB NEWS – R N A

Rûsya û Tirkiyê li ser agirbesta li Sûriyê li hev kirin û her du alî hêvî dikin ku agirbest di saetên şev de bikeve miryetê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji ajnasa Anadol ragihandine; Tirkiyê û Rûsya li ser pêşniyara  agirbesta Sûriyê û derxistina sivîlan ji Helebê li hev kirine.

Her wiha hate diyarkirin ku dê ev pêşniyar ji aliyên têkildarî aloziya Sûriyê re were pêşkêşkirin.

Li gorî nûçeyê, eger pêşniyara agirbest li Sûriyê bi ser bikeve, dê danûstandinên siyasî di navbera rêjîma Sûriyê û muxalefetê bi rêbertiya Rûsiya û Tirkiyê li paytexata Kazaxistan “Asatanayê” dest pê bike.

Li gorî ajansa Reuters, Kermelîn raghand ku ji ber tunebûna agahiyên berfireh debarê mijarê ew nikarin tu nêrînê li ser mijarê bidin.

Ajnasa Sputnik Arabic ragihand ku Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîş Oglu gotiye bê hebûna Esed di danûstanên siyasî de  ne pêkane ye.