JI BAJARÊ DÊRIKÊ BANGA LI DARXISTINA KONGEREYA NETEWÎ

7 December 2016 11:48 am 160 Views

RÎHAB NEWS – R N A

Rewşenbîrên bajarê Dêrikê li hember destwerdanên dewleta Tirk, banga yekîtiyê û lidarxistina Kongreyeke Niştîmanî ya Kurdistanî, li gelê Kurd kirin.

Rewşenbîrên bajarê Dêrikê destwerdanên dewleta Tirk ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê nirxandin û girîngiya yekîtiya gelê Kurd û lidarxistina Kongreya Niştîmanî vegotin.

Endamê Yektîya Rewşenbîran a bajarê Dêrikê Dilbixwîn Mamşûr da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê her ku diçin zêde dibin û girîngiya yekîtiya gelê Kurd li hember polîtikayên Tirkiyê wiha anî ziman: ″Di vê demê de yekîtiya Partiyên Kurd û lidarxistina Kongreya Niştîmanî ya Kurdistanî bi insiyatîfa rewşenbîr û welatparêzên Kurd, girîng e.

Heta kengî wê hêzên derve axa me dagir bikin. Ji bo misogeriya pêşeroja Kurdistanê, yekîtiya Kurdan girîng e.″

Endamê Yektîyê Silêman Mîrza jî aliyên Kurd ên ku di bin siya Koalisyona Niştîmanî ya Sûrî de, tev digerin rexne kir û wiha axivî: ″Ji bo yekîtiya Kurdan, vekişîna van aliyên Kurd ji Koalisyona Niştîmanî girîng e.

Em bi hêvî ne gelê Kurd bi hemû Partî û olên xwe li hember faşîzma Tirkiyê yekîtiya xwe ava bikin û Kongreya Niştîmanî ya Kurdistanî lidar bixin.″