HAT RAGÎHANDIN KU EBADI Û ERDOGAN Û BIRÊYA TELEFONÊ LI HEV HATINE

31 December 2016 1:09 pm 48 Views

RIHAB NEWS – R N A

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser asayîkirina pêwendiyên navbera her du welatan li hev kirin.

Çavkaniyekî nêzîkî Koşka Serokatiya Tirkiyê ragihandm îro înê 30ê Kanûna 2016ê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di pêwendiyeke telefonî de bi hev re gotûbêj kirine û li ser asayîkirina têkiliyên navbera Tirkiyê û Iraqê li hev kirine.

Li gorî wî çavkaniyê han, Erdogan û Ebadî di vê pêwendiya telefonî de ku êvariya îro encam dane, tekezî li ser giringiya bihêzkirina pêwendiyên navbera Tirkiyê û Iraqê kirine.

Li gorî wan zanyariyan, Erdogan û Ebadî rêkevtin kirine, ku ji bilî asayîkirina pêwendiyên navbera her du welatan, pêwendiyên xwe bihêz bikin û herwiha pêkve li dijî terorê karên hevbeş bikin.

Herwiha her du aliyan li hev kirine, ku civîna encumena bilind a straterjîk a navbera Tirkiyê û Iraqê were encamdan.

Ji aliyekê din ve, biryar e di destpêka sala 2017ê de, Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim jî serdana Iraqê bike û bi berpirsên Bexdayê re civînan pêk bîne.

Di heyama sala 2016ê de, û ji ber bicihbûna hêzeke Artêşa Tirkiyê bi çekên giran ve li navçeya Başîk a girêdayî Mûsilê, pêwendiyên navbera Enqerê û Bexdayê gelek aloz bibûn û berpirsên pilebilind ên her du welatan, çendîn caran daxuyaniyên tund li dijî hev dabûn.

Herwiha Iraqê bi fermî çend caran daxwaz ji Tirkiyê kiribû, ku hêzên xwe ji nav axa Iraqê vekişîne û ragihandibû, ku Artêşa Tirkiyê bi derbaskirina sînorê Iraqê, serweriya wî welatî û yekparçebûna axa Iraqê binpê kiriye.

 

Related Posts