FERMANDEYÊ ANTÎ TERORÊ YÊ KERKÛKÊ AVAHIYA KNK JI DEST DAIŞ DERXISTIN

30 December 2016 6:32 pm 95 Views

RIHAB NEWS – R N A

Hêzên ewlekariya Iraqê li bajarê Mûsilê avahiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku DAIŞê weke kargeha bombeyan bikar aniye, kontrol kir.

Avahiya YNKê ya li taxa Tamîna Mûsilê ji aliyê hêzên ewlekariya Iraqê ve yekem avahiya partiyeke kurdî ye ji destê DAIŞê hatiye deranîn.

Piştî kontrolkirina avahiya navborî diyar bû ku ew avahî ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ji bo çêkirina bombeyan weke kargeh hatiye bikaranîn û otomobîlên bombebarkirî lê hatine amadekirin.

Fermandeyê Antî-Terora Yekîneya Kerkûkê diyar kir ku li avahiyê otomobîlên bombebarkirî hatine amadekirin û wiha got: “Me li vê derê dît ku DAIŞî ji bo kuştina kesên bêguneh çawa bombeyan amade dikin.”

Çekdarên DAIŞê li taxa Tamîn gelek xanî veguharandine kargehên çêkirina bombeyan û di hundirê xaniyan de bi şêweyên cuda teqemenî û bombe bicîkirine.

Cîgirê Fermandeyê Antî-Terora Yekîneya Kerkûkê serdar Ziya Îmare jî got: DAIŞê li vê make topên hewan çêkirine.”

Hêzên iraqî li rojhilata Mûsilê 40 tax kontrol kirine û ji bo kontrolkirina taxên din jî amadekariyên xwe pêk anîne û li benda fermana destpêkirina qonaxa duyem a operasyona rizgarkirina Mûsilê ne.