ÊRIŞÊN ARTÊSA TIRK LI DIJÎ AXA ROJAVA BERDEWAMIN

31 December 2016 1:08 pm 101 Views

RIHAB NEWS – R N A

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundê Til Şeîr kirin.

Navenda Ragihandina YPG′ derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser axa Rojava, daxuyaniyek da.

Êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ên li dijî axa Rojava berdewam dikin.

Di çarçoveya van êrîşan de 29′ê kanûnê di saetên nîvro û şevê de artêşa Tirk du caran bi çekên giran êrîş birin ser gundê Til Şeîr a dikeve rojavayê Kobanê.

Arteşa Tirk îro serê sibehê jî bi çekên giran êrîş bir ser gundê Siluleh ê dikeve rojhilatê Kobanê.

Di heman demê de balafirên keşfê yên bêmirov ên arteşa Tirk li vê herême xebatê keşfê meşandin.

Îro saet di 08.00’an de jî dema mirovên sivîl ên li gundê Elok a giredayî Serêkaniyê nêzî sînor bûn, hêzên me xwestin wan ji herêmê dûr bixin.

Li ser vî esasî dema çûn pêşiya hemwelatiyan arteşa Tirk hêzên me gulebaran kirin.

Di encama gulebaranê de şervanekî me birîndar bû.