EGER TRUMP LI SER SOZA XWE BIMÎNE WÊ KIRÎZA SÛRI ÇARESER BIBE

31 December 2016 1:06 pm 290 Views

RIHAB NEWS – R N A

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, eger pêwendiyên navbera Rûsya û Amerîkayê baştir bibin û Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump pabendî sozên xwe bimîne, renge kirîzên Sûriyê çareser bibi.

Beşar Esed di hevpeyvînekê de ragihand, dibe ku kirîz û rikeberiyên li Sûriyê werin çareserkirin, eger ku Serokê Hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump li ser sozên xwe yên di dema hilbijartinan de bimîne û herwiha têkiliyên Amrrîkayê û Rûsyayê jî ber bi pêş ve bibe.

Esed herwiha amaje bi wê jî kir, ku ew bi temamî geşbîn nîne ku Trump pêwendiyên navbera Washington û Moskowê zêde ber bi pêş ve bibe, çimku bi gotina wî nayê zanîn, ka Trump dê çi core siyasetekê bi kar bîne.

Esed tekez kir, renge lobiyên li dijî Sûriyê jî bandorê li siyasetên Donald Trump bikin, bi taybet jî ew aliyên ku li dijî wê yekê ne, ku kirîzên Sûriyê werin çareserkirin.

Serokê Sûriyê rexneyên tund jî li welatên rojavayî girt û got, wan guherandina rejîmê li Sûriyê xistiye pêşiya her tiştî, heta pêşiya şerê li dijî terorê jî.

 

Related Posts