DONALD TRUMP WEZÎRÊ DERVE YÊ NÛ JI BO AMERIKA DESTNIŞAN KIR

14 December 2016 2:22 pm 115 Views

RÎHAB NEWS – R N A

Donald Trump ragihand, ku Serok û Serokê Cîbicîkarê mezine şîrketa petrolê ya Exxon Mobil, Rex Tillerson weke Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kiriye.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump îro sêşemî 13ê Kanûna 2016ê biryara xwe ya derbarê diyarkirina Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê nû de aşkere kir.

Donald Trump li ser hesaba xwe ya di tora civakiya Twitterê de ragihand, ku wî Serok û Serokê Cîbicîkarê şîrketa Exxon Mobilê weke Wezîrê Derve yê Amerîkayê destnîşan kiriye.

Trump li ser hesaba xwe ya twitterê wiha nivîsand:

“Min yek ji lîderên bi rastî mezin ê bazirganiyê di cîhanê de, Rex Tillerson, Serok û Serokê Cîbicîkarê Exxon Mobilê, weke Sekreterê Dewletê (Wezîrê Derve) diyar kir.”