DI OPERASYONÊN QONAXA DUYEM JI ŞERÊ MÛSILÊ 3 GUND HATIN KONTROLKIRIN

31 December 2016 1:04 pm 59 Views

RIHAB NEWS – R N A

Bi destpêkirina qonaxa duyem a operasyona Mûsilê, 3 gund li mêhwera bakurê Mûsilê ji aliyê hêzên iraqî ve hatin kontrolkirin.

Qonaxa duyem a operasyona kontrolkirina Mûsilê dest pê kir.

Ji Mûsilê, hat ragihandin , di yekem êrişa qonaxa duyem a operasyonê de, hêzn Artêşa Iraqê ber bi her du taxên Quds û Kerame yên Mûsilê ve pêşve çûn.

Li mêhwera bakurê Mûsilê ve, hêzên iraqî pêşveçûn bi dest xistin û karîn di 2 saetên destpêka operasyonên de her sê gundên Sade û Tuwêle û Ergob dorpêç bikin û piştre wan gundan ji detsê çekdarên DAIŞê rizgar bikin.

Li gorî zanyariyên ji berpirs û fermandeyên serbazî yên Artêşa Iraqê, di qonaxa duyem a operasyona Mûsilê de, plan hatiye danîn, ku tevahiya aliyê çepê yê bajarê Mûsilê were kontrolkirin.

Hat zanîn ku armanca hêzên Iraqê ev e ku xwe bigihînin devera Munşet Elkundî, ku pêştir cihê Firqeya 2 a Artêşa Iraqê bû.

Peyamnêrê me da xuyakirin, hêzên hevpeymanan bi asteke baş û bi berfirehî, him bi hêzên bejayî û hem jî bi firokeyên xwe yên şer beşdarî şerê qonaxa duyem a kontrolkirina Mûsilê bûne.

Ji aliyekê din ve, bi destpêkirina qonaxa duyem a operasyona Mûsilê, şepêleke din a awarebûna rûniştvanên taxên Qahîre û Bewêzen ên bajarê Mûsilê jî dest pê bûye.

Fermandeyekî pilebilindê Artêşa Iraqê li eniya şer ragihand: hêzên wan 8 otomobîlên bombekirî teqandin û 40 çekdar DAIŞê jî hatin kuştin.

Heman fermandeyî got, hêzên wan depoyeke çekan jî ji nav birin û tekez kir, ku hêzên wan erkên xwe bi serkevtî pêk anîn.

 

Related Posts