DEWLETA TIRK A DAGIRKER MALBATÊN ÇETEYAN LI BABÊ BI CÎH DIKE

28 December 2016 12:46 pm 449 Views

RIHAB NEWS – R N A

Çavkaniyek herêmî ji Babê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker malbatên çeteyên koma Sultan Murad a bi ser Tirkiyê, li şûna malbatên koçber bûne, bicih dike.

Çavkaniyên herêmê ji Babê diyar kirin ku Tirkiye îro malbatên çeteyên Sultan Murad ji Humsê anîn û li avahiyên malbatên ku ji ber komkujî û bombebarana balafirên Tirkiyê koçber bûne, bi cih dike.

Malbatên çeteyan li gundên Sidûd û Numan ên bakur rojavayê Babê ku piraniya şêniyên wan Kurd in, hatin bi cihkirin.

Ji 24’ê Tebaxê ve, roja dagirkirina Tirkiyê ji bajarê Cerablusê re, artêşa Tirk û çeteyê wê hewl didin demografiyeya herêmê biguherin.