DÊRA ZORÊ JI ALÎ BALEFIREK NENAS VE HAT BOMBEBARAN KIRIN

29 December 2016 7:43 pm 106 Views

RIHAB NEWS – R N A

Di encama bombebaran balafireke  şer de li ser gundê EL- Hecine ku rojhilatê Dêre Zorê dikeve deh jê zarok 22 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor Cavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan balafireke  nenas  gundê EL- Hecine  ku li rojhilatê bajarê Dêre Zorê dikeve bombebaran kir.

Çavdêriyê diyar kir ku di encama bombebaranê de deh jê zarok 22 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Çavdêriya Sûrî ya  Mafê Mirovan destnîşan kir ku kesên ku hatine kuştin ji du malbatan in.
Ji wan jî malbeteke ji herêma Şedadê koçber bûye û ji wê malbatê 12 kes hatin qetilkirin û di nava qurbaniyan de 8 zarok hene.

Ji malbata din jî 5 jî zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Ji ber rewşa hin birîndaran xeter e tê payîn hejmaran qurbaniyan  zêde bibe.