ÇETEYÊN DAIÇ LI REQA DEST BI KOLANDINA XENDEQAN KIRINE

28 December 2016 12:45 pm 185 Views

RIHAB NEWS – R N A

Welatiyekî Reqqayê got ku çeteyên DIAŞ`ê ketine nava tirs û xofê û destbi kolandina xendeqan kirine.

Welatiyekî bajarê Reqqa bi navê D.A. ku xwe ji pencên çeteyên DAIŞ`ê xelas kir û di derbare rewşa çeteyên DAIŞ`ê piştî ku hemleya Xezeba Firatê despêkirî agahî dan.

Çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Reqqayê ketine nava tirs û xofê û ji xeta tirênê heyanî rêya Hezîme xendeq dikole. D. A. anî ziman ku çete rê nadin welatiyan ku ji bajar derkevin. D. A. di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku çeteyên DAIŞ`ê ji bo reşkirina QSD`ê derewan di nav bajarê de belav dikin.