AMERIKA HIŞTARÎ DA HEMWELAT Î YÊN XWE YÊN KU LI TIRKIYÊ NE

24 December 2016 2:05 pm 145 Views

RIHAB NEWS – R N A

DYA welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir: Xwe ji cihên qelebalix vegirin

Bi nêzîkbûna sersalê re DYA hişyarî da welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: “Xwe ji cihên qelebalix negirin.”

Sefaretxaneya Bilind a DYA, ji aliyê ewlekariyê ve careke din welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê hişyar kir.

Di daxuyaniya Sefaretxaneya Bilind de hat gotin, “Komên tund, ji bo êrîşî cihên welatiyên DYA lê dijîn û ziyaret dikin ên li Tirkiyeyê, hewldanên xwe yên êrîşkariyê didomînin.””

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Dema welatiyên Amerîkî ji bo betlaneya Noelê û pîrozbahiyên sala nû diçin cihekî qelebalix, divê haya xwe ji vê rastiyê hebin.

Heta ji we tê nekevin nava qelebalixiyê, neçin restorant, navendên tîcarî, îbadetxane, navendên ragihandin û gelek cihên din ên tûrîst û biyanî bi giranî diçin serdana wan.”