AJANSA ROYTERSÊ RAGÎHAND KU BALEFIRÊN RÛSYA LI BABÊ DESTEKÊ DIDE ARTÊŞA TIRK

31 December 2016 1:32 pm 270 Views

RIHAB NEWS – R N A

Balafirên Rûsyayê li Babê destek dide artêşa Tirk a dagirker.

Li gorî nûçeya royters artêşa Tirk raghandin ku balafirên Rûsyayê destek da hêza dagirker li derdora Babê.

Artêşa dagirker dibêje ku di 24 saetên de dawî balafirên Rûsyayê 3 caran li dijî bargehên çeteyên DAIŞ`ê li derdora Babê xist.

Royters di nûçeya xwe dibêje ku li gorî agahiyên gihgîştin artêşa Tirk a dagirker di encama êrîşa hewayî ya Rûsya de 12 çete hatin kuştin.

Di heman demê artêşa Tirk a dagirker raghandin ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li ser bajaroka El-Ezreq a rojavayê Babê leşkerekî dagirker hat kuştin û 5 leşkerên din birîndar bûn.

Desteyekdayîna balafirên Rûsyayê ji artêşa dagirker mirov dikare di çaroveya hevdîtina sêalî(Rûsya, Tirkiye, Îran)li Moskovê û radestkirina Helebê li hemberî Babê binirxîne.