WELATIYÊN CERABLÛSÊ HEBÛNA ARTÊŞA TIRK PIROTESTO KIRIN

21 November 2016 12:26 pm 614 Views

RIHAB NEWS – R N A

welatiyên Cerablîs li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandanekî protestoyî li dar xistin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan ji hundirê Cerablûsê, artêşa Tirk alên xwe li ser dibistanekê bilin kirin û li ser welatiyan ferz kir ku bi zimanê Tirkî fêr bibin û baxivin. Li ser vê yekê welatiyên Cerablûsî ev yek qebûl nekirin û li dijî vê hewldana mêtîngerkirinê ya dewleta Tirk xwepêşandanekî protestoyî li dar xistin, xwest ku artêşa Tirk ji bajarê derbikevin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku dema meşvan nêzî dibistana Amedeyî ya Ehmed Selîm Mele ya ku dewleta Tirk alên xwe lê bilind kiribûn, bûn, artêşa Tirk rê nedan ku welatî bikevin hindirê dibistanê. Heman çavkaniyê diyar kir ku welatî dixwazin Meclîsa Herêmê dîsa vegerin ser kar û Meclîsa niha li ser peywirê ku ji aliyê dewleta Tirk vet ê birêve birin dev ji kar berdin.

Arêtşa Tirk li ser avahiyên serke yên Cerablûsê alên xwe hildaye. Meclîsa Rêveber ku ji aliyê şêniyên bajar ve hatibû avakirin bê bandor kir û Meclîseke bi rêveberiya çetyeên xwe ava kir.