LI KOLOMBYAYÊ BALAFIR KET 76 KES MIRIN

30 November 2016 12:03 pm 394 Views

RIHAB NEWS – R N A

Li Kolombiyayê, balafireke ku 86 kes tê de bûn, dema dadiket balafirgeha bajarê Medellînê, ji ber sedemeke nediyar ket xwarê. Di bûyerê de 76 kes mirin, 5 kes jî rizgar bûn.

Di balafirê de lîstikvanên tîma futbolê ya Brezîlyayê Chapecoense hebûn, ku ji bo maça Copa Sudamerîcana dihatin bajarê Medellînê.

Yek ji kesên bi saxî ji bûyerê rizgar bû, lîstikvanê defansê yê tîma Chapecoense ye. Lê belê li ser rewşa tenduristiyê ya lîstikvan agahiyeke zelal bi dest neket.

Li gorî hin çavkaniyan, qelavanê tîm Jackson Follman û Danîlo jî bi saxî ji qezayê rizgar bûne.

Piştî qezayê, Federasyona Futbolê ya Amerîka Başûr hemû maçên xwe betal kir.