HERÊMA ŞEHBA DI BIN ÊRÎŞA ARTÊŞA TIRK Û ÇETEYÊN DAIŞ DE YE

14 November 2016 12:11 pm 597 Views

RIHAB NEWS – R N A

Çeteyên DAIŞ’ê û artêşa dagirker a Tirk hemwext êrîşî gundên li derdora Bendava Şehbayê dikin.

Li gorî çavkaniyên herêmê artêşa Tirk a dagirker gundên rizgarkirî yên li Rojavayê Bendava Şehbayê bi topan bombebaran dike.

Heman çavkaniyê diyar kir ku bi topbaranê re çeteyên DAIŞ’ê jî êrîş birin ser gundên li Rojavayê Bendava Şehbayê yên ku ji aliyê Hêzên Şoreşger ve hatine rizgarkirin.

Li vê herêma ku dikeve Rojhilatê Bendavê piştî topbaranê, di navbera çeteyan û Hêzên Şoreşger de şer derket.

Hat ragihandin şerê li herêmê hê jî dewam dike.