BERHEM SALIH SERDANA OFÎSA HDP LI BAŞÛR KIR

8 November 2016 10:36 am 348 Views

RIHAB NEWS – R N A

Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê, Berhem Ehmed Salih cardin girtina hevserok û parlamenterên HDPê bi tundî rexne kir û ji Tirkiyê re got, bi wan pêngavan rê li azadiyê nayê girtin. Berhem Salih herwiha ragihand, pêşmerge û gerîlayên kurd rûbirûyê terorê dibin.

Berhem Salih îro serdana ofîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarê Hewlêrê kir û bi berpirsên ofîsê re civiya û tekezî li ser piştgiriya xwe bo HDPê li hember girtina hevserok û hejmarek parlamenterên wê partiyê kir.

Piştî hevdîtinê, Berhem Salih û rayedarên ofîsa HDPê konfranseke rojnamevanî li dar xistin.

Berhem Salih di vê konfransa rojnamevanî de ragihand: “Desteserkirina Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag û hevalên wan tawaneke mezin e derheqê komek ji serkirdeyên navdar û nûnerên xebata demorasî û aştîxwaz a xelkê Kurdistanê.”

Salih herwiha got: “Ew girtin, di encam de dê bibe sedema xurtkirina xebata demokrasî û aştîxwazî ya xelkê Kurdistanê. Bi ti awayî, ti demî ji wan re naçe serî. Mafê xelkê Kurdistanê, mafekî rewa ye, mafê demokrasî, aştî û netewî yê kurd, mafekî rewa ye.”

Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê destnîşan kir, Selahattin Demirtaş û hevalên wî, nûnerên hemû xelkê Kurdistanê ne, nûnerên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava ne, û di encamê de jî hemû xelkê Kurdistanê yekdeng û xwediyê îradeyekê ne, zêdebarî hemû cudahiyan û nêrînên cuda yên navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê.

Wî berpirsê pilebilind ê YNKê peyamek arasteyê Tirkiyê û cîhana derve kir û got:

“Em ji Tirkiyê û cîhana derve re jî dibêjin, ku pêşiya azadiyê bi wan cure pêngavan nayê girtin. Îro roja yekrêziya xelkê Kurdistanê ye, yekdengiya me hemûyan e li gel azadîxwazên dinyayê bo mehkûmkirina wê pêngavê û azadkirina wan têkoşer û serkirdeyan, û geşedan bi xebata demokrasî û aştîxwazane ya xelkê Kurdistanê.”