BALAFIRÊN TIRK HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYA YÊ BOMBARAN DIKE

29 November 2016 2:19 pm 281 Views

RÎHAB NEWS – R N A

Balafirên şer ên Tirk bi saeta xwecih ji saet 20.15’an ve ji Herêmên Parastinê yên Medyayê bombeyan davêje herêma Qendîlê.

Li gor çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên Tirk Qendîlê bombe dikin û vê saetê jî bomberdûman dewam dike.

Hat ragihandin ku balafirên şer herêma Karox, gundê Wertê û gundê Ebûbekir ên Binarê Qendîl bombebaran dikin.

Liv û tevgera hewayî di van seatan de berdewam dike.

Der barê encamên êrîşa balafiran de heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.