AKP DERBE PÊK ANÎ Û HEVSEROKÊN HDP HERDÛ GIRTIN

5 November 2016 1:13 pm 245 Views

RIHAB NEWS – R N A

Dadgehê biryara girtinê bo her du hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag da û ew her du bo girtîgeha Kocaeliyê li rojavayê Tirkiyê hatin şandin.

Her du hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, ku şeva bihorî di çarçoveya operasyona li dijî HDPê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatibûn binçavkirin, bo dadgehê hatibûn şandin.

Îro dadgeha Amedê derbarê her du hevserokên HDPê, Demirtaş û Yuksekdag de biryara girtinê da.

Li gorî agahiyan, Demirtaş û Yuksekdag bo girtîgeha tîma F a Kocaeliyê hatin birêkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li dijî HDPê operasyonek dabûne destpêkirina, ku di encama operasyonê de, 12 parlamenterên HDPê, ku her du hevserok jî di nav de ne, hatibûn binçavkirin.

Li gel wê yekê, dadgehê bo 3 parlamenterên HDPê jî biryara berdanê da.

Li gorî agahiyan, dadgehê bo her 3 parlamenter, Îmam Taşçier, Ziya Pîr û Sirri Sureya Onder biryara serbestberdanê da.