ŞÛKREN TEYIP!!

3 October 2016 9:54 am 149 Views

Ji ber ku ez ji hunera dirama hez dikim, kesên ku têkiliyên wana bi vê hunereê re hebin gelekî bala min dikşînin, bi taybet jî heger ku jin bin. Ji ber ku jinên kurd yên ku vî karî dikin gelekî kêm in.

Lê weke ku her kes dizane, niha naskirina mirovan di medya civakî de gelekî hêsan bûye.

Civaka min ya elîkitronîk jî Facebook e, min di wir de bi hezaran dost û nasên xwe çêkirine, hinek ji wan ji bo demekê ne, hinek jî ji bo mijarekê ne hinek ji wan jî dikarin rolek mezin di jiyana min de bilîzin.

Yek ji wan kesên ku gelekî bala min kişandin keçek bi navê Payiz bû. Pêşî têkiliya wê bi hunera Sînema re bala min kişand, piştre tiştekî ku min ji devê wê bihîst hişt ku ez wê bikim mijara vê nivîsê…

Çîroka Payiz çîroka gelek kesan dibêje, gelek beşên wê balkêş in, ezê ji were bêjim bê çi têde balkêş e!

Payiz keçek Kurd e, li Istanbulê bi navekê Kurdî dijî, Payiz heya ku zarok bû ne xwedî biryar bû kurdî nizanîbû, lê dema mezin bû xwe fêrî kurdî kir û niha kurdiyek wisa şêrîn diaxive ku mirov timî dixwaze lê guhdarî bike. Ev xweş e, lê normal e…

Payiz sînema li Istanbulê xwendiye, û bi awayekî ekadîmîk hînî ektoriyê (lîstikvaniyê) bûye. Ev jî xweş e, lê ev jî hinekî normal e!

Payiz di çend filmên Kurdî de rol lîstiye û qebûl nekiriye ku here televizyonên Tirkan. Ev jî hem xweş e hem jî normal e. Lê tiştê xweş lê ne normal niha tê…

Payiz keça kurda ya ku bi kurdiyeta xwe serbilind, ne bi tenê kurd e lê Kurdistaniye û li gora derfetên xwe nûçeyên Kurdistanê dişopîne.

Niha jî ji ber ku rojeva Rojavayê Kurdistanê gelekî germ e û ji ber ku Payiz di dema xwendinê de gelek hevalên wê ji kurdên Rojava çêdibin ew timî ji wan dipirse, gelo çi li Rojava diqewime? Xwendevanekî kurd li Enqerê dixwîne, jêre dibêje ku li Rojava milet rabûye şoreşek li darxistiye lê hinek hêzên kurdî alîgirên dewletê ne ji bo bercewendiyên xwe yên partîtî ji Kurdan re dibin asteng.

Ne tenê wisa jêre dibêje ku hinek kurdan li dijî gelê Sûrî rahiştine sîlah.

Payiz ya nazik û şêrîn, ne bawer dike, ne jî dilê xwe ji wî kesî digre, lê di dilê xwe de dibêje, ezê ji gelek kesan bipirsim û rastiya vê çîrokê nasbikim.

Di vê navberê de, Mişel Temo tê kuştin, Payiz diçe serdana malbata wî û sersaxiya wan dike.

A.B. û çend kesên derdorê di vê navberê de ji Payizê re dibêjin ku Kurdên Rojava gelekî di ber Kurdên perçeyên din de xebat kirine, û gelek şehîd dane, lê kesek ji perçên din li wan xwedî dernakevin.

Payiz dibêje ku heger hûn tiştekî bikin, ji minre bêjin ezê jî bi were bikim.

A.B. dibêje sibê meşa me heye, sibê meşa me li Enqerê heyem tu dikarî tevlî me bibî!

Û bi rastî jî Payiza dilpak, Kurdperwer dide kêleka wan û bi wanre (bi armanca pirotestokirina dewleta Sûrî) diçe ber deriyê avahiya hikûmeta Tirkan rûdinê..

Lê…….

Payiz dibêje: Silogan bi erebî hatin avêtin, yekê ji wan siloganan bala min kişand, ew jî ew bû dema ku min dît ku şoreşgerên me bi yek dengî dibêjin şukren Teyip, şukren Teyip.. û ji ber ku ev gotin gelekî tê bihîstin yanî gotina şukren!! Min naskir ku ew spasiya Teyip Erdogan dikin, û min naskir ku ez ketim xefkek pîs de ji ber dilpaqijya xwe.

Payiz radibe ji nava koma (şoreşgeran) derdikeve, poşman li mala xwe vedigere.

Çend roj di wê navê re derbas dibin, li Istanbulê tevlî çalakiya hunermenda bûm ji bo piştgiriya girêva birçîbûnê, ez jî li wir bûm, ez û Payiz ji bo cara pêşî li wir rastî hev hatin. Bi dilekî gerim ez pêşwazî kirim, nûmara telefona min bir û çû.

Ya dinî rojê telefon kir û xwest em hev bibînin, û got: pirsên min hene û gerek hinek wan bibersivînin!

Bi kêfxweşî ez çûm hevdîtinê.

Payiz got: yao mamoste…(ji ber kultura xwe ya bilind, ji minre digot mamoste)

Got: çi dibe li Sûryê, kê şoreş lidarxistiye, Kurd çi dikin, çend partiyên Kurdan li wir hene, Abdulbasit Seyda kiye, kê Mişel Temo kuşt, PYD çi dike, ew kîne ji kurdên Rojava spasiya Erdogan dikin?

Hema bêje wê bîst pirs bi hevere kirin, ewqasî serê wê tijî pirs bubûn, ewqasî dilê wê li rastiyê digeriya.

Em dirêj rûniştin, min li gora xwe bersivên pirsê wê dan, dilê wê rehet bû, li min nerî û got: mamoste ……. tê çi vexwe?

Payiz yek ji çend melyon kesên ku ji Kurdistanê hez dikin, û dizanin ku heger Erdogan li deverekê xurme û Komirê belav bike jî, ew sedî sed bi destê din li deverk din leşker, bombe, çek û mirinê belav dike. Şukren Teyib bi qasî avakirina tugaya Seddam Husên li Sûrî ewqasî sûc e, ewqasî Kurdan diêşîne, û Kurd kesên ku wan diêşînin jibîr nakin!!!

Kawa Şêxê 03.12.2012

Related Posts