SALVEGERA KOÇA DAWÎ YA OMER HEMDÎ

21 October 2016 10:04 pm 193 Views

RIHAB NEWS – R N A 

Pêşengeha Umer Hemdî (Malva) ku li Qamişlo hate vekirin di roja xwe ya duyemîn de bi dawî bû.

Duh ji bo bîranîna wênsazê Kurd Umer Hemdî (Malva) Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê li Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo pêşengehek hate vekirin.

Bi dehan wênesaz, nivîskar û welatiyên bajarê Qamişlo di roja duyemîn û dawî de beşdarî pêşengeha Malva bûn.

Pirtûka ku wêne û kurtejiyana Malva tê de hatiye nivîsandin ku ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Nivîskaran a Bajarê Hesekê û birayê wî yê wênesaz hatiye amadekirin hate pêşandan.

Pêşengeh piştî ku wênesaz, hunermend û rayedarên ji Kantona Cizîrê beşdarî wê bûn, îro bidawî bû.