REWŞA KEKÛKÊ CAREKE DIN DIKEVE KONTROLÊ

22 October 2016 12:39 pm 405 Views

RIHAB NEWS – R N A

Hêzên Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê di berdewamiya şerê li dijî çekdarên DAIŞê de, îşev 4 cihên din li Kerkûkê kontrol kirin

Hate ragihandin ku, di berdewamiya hewlên Hêzên Pêşmerge, Asayiş û Polîsê Kerkûkê de bo paqijkirina taxên bajarê Kerkûkê ji çekdarên DAIŞê, her du hotêlên Cîhad û Sionber ên Kerkûkê hatin kontrolkirin.

Her weha hate gotin her du cihên Banka Rafîdeyn û Koşka Mecîdiye yên li bajarê Kerkûkê jî ji aliyê Hêzên Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê ve hatin kontrolkirin.ji Rûdawê