NÎŞANDANA FILIMÊ EKREM HEYDO LI SERÊKANIYÊ

3 October 2016 10:23 am 424 Views

RIHAB NEWS – R N A

Komîna Film a Rojava, filmê”Bihişta min” yê derhêner Ekrem Heydo li bajarê Serêkaniyê pêşkêş kir.

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê amade bûn û li filmê”Bihşta min”yê derhêner Ekrem Heydo yê ku ji aliyê Komîna Filim a Rojava temaşe kirin. Belgefilim li Navenda Çand û Hûnera Waşûkanî hate pêşkêşkirin.

“Bihşta min” li ser çend hevalên dibistanê hatiye çêkirin. Derhêner cihê xwe tê de digre, lê ew beriya 20 salan ji ber rejîma Baas ji bajarê Serêkaniyê koçî Ewrupayê dike. Piştî vê demê, vedigere bajarê xwe û li hevalên xwe digere. Her yek ji wan çûbû cihekî, yek ji wan şehîd Abid Xelîl Hevserokê Meclisa Gel a Serêkaniyê bû.

Di belgefilmê de tê naskirin ku bi riya wan hevalan, jiyana hevbeş a bajarê Serêkaniyê tê naskirin. Ekrem Heydo dibêje Çîroka vê belgefilmê ew e ku rastiya jiyana hevbeş a Serêkaniyê derdixe.

Piştî bidawîkirina belgefilmê, temaşevanan spasiya derhêner Ekrem Heydo kirin û hin kêmasiyên ku di belgefilmlê derketin, anîne ziman.

Ekrem Heydo soz da temaşevanan ku ew ê di demên pêş de belgefilman li ser berxwedana Rojava û Serêkaniyê,amade bike.

Belgefilima ku dirêjbûna wê 104 deqe cara yekem li Serêkaniyê tê pêşkêşkirin.

 

Related Posts