JI BER BAHOZÊ LI HAYÎTÎ 69 KES HATIN KUŞTIN

7 October 2016 12:19 pm 302 Views
JI BER BAHOZÊ LI HAYÎTÎ 69 KES HATIN KUŞTIN

RIHAB NEWS – R N A

Ji ber sedema bagera Mathew a li Karayîplerê bi bandor bû, jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişte 69’a.

Bagera Matthew a ku ji sala 2007’an ve li herêmê pêk tê û li herêma Haîtî yê bi bandor e, li gorî daxuyaniyên herêmî  bi giştî 65 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên Wezîrê Karê Hindir û yekîneyên parastina sivîl, tenê ji ber bagerê şikestina daran 23’ê kesan jiyana xwe ji destdane. Li bajarê Roche-a- Bateaûyê ku li peravê cih digire 24 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Haîtî yê ji ber bagera Matthew a ku bû sedem ku bi giştî 65 kesan jiyana xwe ji dest bide, li Komara Domînîkê jî herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bagera Mathew a ku piştî bagera Felîx a ku di sala 2007’an de bû sedemê ku 232 kes jiyan xwe ji dest bide û şûn de ya herî bi bandor e, ber bi peravên bajarê Florîda yê DYA’yê ve diçe.

 

 

Related Posts