BERHEM SALIH SERDANA BIRÎNDARAN KIR

22 October 2016 11:58 am 148 Views

RIHAB NEWS – R N A

Cîgirê Duyem a Sekreterê Gişît yê YNKê, Berhem Ehmed Salih li bajarê Silêmaniyê serdana birîndaran şerê îro yê Kerkûkê kir.

Îro di encama êrişa çekdarên DAIŞê bo ser çend taxên bajarê Kerkûkê de, çendîn kes ji welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê û Hêzên Pêşmerge birîndar bûne û ji bo wergirtina çareseriyên pizîşkî bo nexweşxaneyên Silêmanî û Hewlêrê hatin şandin.

Cîgirê Duyem a Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nişîtmaniya Kurdistanê (YNK), Berhem Ehmed Salih îro serdana birîndarên êrişa DAIŞê bo ser Kerkûkê kir, ku li nexweşxaneyên Kerkûkê çareseriyên pizîşkî werdigirin.

Li gel Berhem Salih, Şêx Mihemed Sergelo û Ednan Heme Mîna jî serdana birîndaran êrişa îro ya DAIŞê bo ser Kerkûkê kirin.