SEROKWEZÎRÊ FRANSA RAGÎHAND KU KOMEK TERORÎST LI PARÎS HATINE GIRTIN

10 September 2016 11:38 am 326 Views

RÎHAB NEWS – R N A

Serokê Fransa François Hollande ragihand, ku hêzên ewlehiyê yên Fransa şaneyeke terorîstî li Parîsê aşkere kirin û rê li êrişeke terorîstî girtin.

François Hollande ku bi serdaneke fermî li Yûnanê ye, îro înê li Aten a paytexta Yûnanê ragihand, ku komeke terorîstî li Fransa hate têkbirin, lê belê tekez kir, ku hêj kesên din hene, ku nehatine aşkerekirin.

Hollande da xuyakirin, ku bi aşkerebûn û têkbirina wê şaneyê, pêşî li êrişeke terorîstî li Parîsê hat girtin.

Polîsê Fransa jî ragihand, ku 3 jin û zilamek ku endamê şaneyeke terorîstî bûn, li Parîsê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.

Polîs herwiha got, ku zilamê ku hatiye girtin, ji ber têkiliyên bi komên tundrew re kesekî naskirî ye.

Li gorî heman agahiyan, her 3 jin jî li nêzîkî Dêra Noterdam a li navenda Parîsê hatine girtin.

Hêzên ewlehiyê yên Fransa herwiha di operasyona xwe de, dest bi ser otomobîleke tijî kepsolên (tiyubên) gazê de jî girtin.